BERÎTAN – EFSANEKE KURDÎ

0
137


25:ê cotmehê salvegera şehadeta Berîtan e. Kes nemaye ku navê Berîtan nebihîstiye. Fîlm li ser jiyana wê hatine çêkirin, stran li ser hatine gotin û kurdan navê wê li zarokên xwe kirine.  Bi kurtasî em dikarin bêjin ku Berîtan bûye efsaneke kurdî. Lê belê Berîtan kî ye, min xwest ku em careke din wê bi bîr bînin û wê ji nêz ve nas bikin.

Navê Berîtan ê rastî Gulnaz Karataş e. Berîtan di sala 1971 de li Çewlikê ji dayik bûye. Bi eslê xwe Dersimî ye. Li Elezîzê çû dibistana seretayî.

Berîtan hertim li dijî zext û rêzikan derdiket. Keçeke xwedîprensîp bû. Wê gelekî hij xwendinê dikir. Wê roman û pirtûkên li ser serhildana dixwendin. Weke hemû ciwanên ku bi şoreşê ve mijûl dibûn wê jî dest bi xwendina Gorkî kiribû. ”Yadê”, ”Zaroktîya min”, ”Zaningehên min” pirtûkên ku wê pêşî xwendibûn bûn. ”Zindanên Saygan” ku li ser şoreşa Vîetnamê bû, ”Keçên Sandîno” ku behsa Nicaragua dikir, bîranînên Che Guevera, ev ji çend pirtûkên ku wê pêşnîyarî hevalên xwe kiribûn û xwestibû ku ew jî van pirtûkan bixwênin. Wê gelekî hij Yaşar Kemal dikir. Hemû pirtûkên wî yên ku bi dest wê ketin wê xwendin. Wê ji romana bêhtir hij helbestan dikir. Heyranê Nazim Hîkmet bû. Û gelekî hij Hesen Hiseyn û Ehmed Arif jî dikir. Ji helbestvanên biyanî wê bêhtir helbestên Pablo Neruda diecibandin.

Berîtan berî tevî gerîla bibe bi dergistî bû. Navê dergistîyê wê Hiseyn bû. Berî Berîtan beşdarî gerîla bibe wê helbestek ji dergistîyê xwe re nivisî. Helbest halo dest pê dikir ” Ez diçim ku dijminê ku ji hêvîya, ji rojê, ji zarokên agir ditirse bikujim, û her wiha ez ji te dev diberdim”. Evîna wê ya rastî welatê wê bû, evîna wê berxwedana gelê wê bû.

Berîtan 1989 dest bi zaningehê kir. Wê xwe li fakulteya zanyarî ya iktîsadî li zaningeha Stenbolê qeyt kir. Meraqa wê ya şoreşê zû dest pê kir lê belê Berîtan heta sala 1989 nizanîbû ku ew kurd e. Rojekê hevaleke wê Newroza Berîtan pîroz kir. Lê belê Berîtan nizanibû ku Newroz çi ye û wê ji hevala xwe pirsî “Newroz çi ye?”. Piştî ku hevala wê pê da fêmkirin, Berîtan got ku ew ne kurd e, ew alevî ye. Berîtan sala pêşî ya zaningehê PKK nas kir û di demeke kin de dest bi xebata komelê kir. Lê xebata komelê ne besî wê bû, wê digot ku cihê xebatê yê rastî ne ev der e. Piştî çend heyva ew çû Yunanîstan kampa zaningehê. Piştî ku ew vegera li Stenbolê di nav millet de xebat kir. Bêhtir di nav sêrtî û mêrdînîyan de kar dikir û bi wilo hinekî fêrî kurdî bû. Berîtan di vê navberê de hat girtin, piştî ku ew berdan wê berê xwe da çiyê. Di 9ê gulanê 1991an de tevli gerîlayên Cudiyê bû.

Ew yek ji wan kesên ku digot divê qalibê PKK bê gûhartin. Heta salên 90î ji bo birêveberîya kevneperest gerîlayên jin di şer de cihên xwe li pêş negirtibûn. Wan xizmeta paş dikir. 1992 û piştre salên ku gelek jin tevlî gerîla dibûn bû. Jinên ku ji cihên cûde hatibûn, bi insîyatîf û jixwebawer, hejmara wan mezin bû. Ne bi dilê birêveberîya kevneperest bû ku jin şer bikin. Berîtan ev qebul nekir, û wê got ku ”Ez hatime ku şer bikim” û wê bi vê gotina xwe da der ku ew ji ya xwe nedihat xwar.

Şehîdên Kurdistanê hemû hêja ne. Tevlîbûn û şehadeta hemû gerîllayan jev cûde ye. Hin tişt dikin ku hin gerîla ji yên din di nav millet de bêhtir navdar bibin. Şehîd Berîtan jî yek ji van gerîla bû. Şehîdbûna Berîtan karekter û şexsîyeta wê di dêr. Berîtan di sala 1992an de bû fermandara tîmekê û çû Şemzînanê. Di eynî sale de tevlî şerê Başûr bû. Di şerê Başûr de dora Berîtan ji hêla peşmergeyan ve hate dorpeçkirin. Peşmerga bang kir û gotin ”Teslîm bibe, em tiştekî ji te nakin”. Lê wê got ku ”Ez teslimî we nabim. Hûn bi dijmin re bûn yek. Hûn ji başûr li hemberî serhildana bakur derketin. Hûn xayîn in, ez teslimî we nabim”. Berîtan heta dawiya guleya xwe şerê xwe domand û piştrê çeka xwe şikand û bi çeka xwe bi slogana “Bijî Serok Apo” avêt û wê xwe ji zinarên bilind avêt. Ev bêgûman tevgereke gelekî bi cesaret e. Berîtan bi vê bûyerê di partîye de bû xeteke nû. Ev xeteke azadîyê ye. Xeteke li dijî îxanetê ye. Wê xwe teslîm nekir û xwe ji zinar avêt.

 

Her bijî hemû kesên ku di riya şehîdên Kurdistanê de dimeşin!


Sûret: Ya di nîvî de Berîtan e

Evîn Mêrdîn

//

Dela med dig på Facebook